Pêşî nivîsara li ser dengan bixwînin. Ev nivîsar ḧemû dengdaran ji hev vediqetînê. Ji bonî ko werê şanîkirin ko dengek hişk e, ʰ
piştî ḧerfa wê tê nivîsandin. Ji bonî dengên qelew, ˤ
tê nivîsandin. Piştî ḧerfa dengê nerm, yanî yê ne hişk û ne qelew jî tiştek nayê nivîsandin. Li malperê tenê di navên gotinan de ev sembol têne bikaranîn û ji bo ko yek binivîsînê metodên arîkariyê hene (hh → ḧ, xx → ẍ. Di navê gotinan de ç/k/p/t û h
dibe ʰ
, ç/k/p/t/l/s 2 caran, dibe ew ḧerf û ˤ
. rr → ř).
Bêhtir di gotinên ji 'erebî û hinek jî ji osmanî de heye.
Hinek bûne x:
Herî gelek di destpêka gotinan de heye û herî gelek berî "e" tê. Wextê ko piştî "e" tê, ew "e" weke "a" tê nivîsandin di nivîsandina hêsanîkirî (lê nivîsandina hêsanîkirî li Nevgurê nayê bikaranîn).
Chyet | Rizgar | Cindî | Marogûlov | IPA | Ḧerfa me | Şikil |
---|---|---|---|---|---|---|
Çç | Çç | Чч | Cc | t͡ʃ | Çç | Nerm |
t͡ʃˤ | Çˤçˤ | Qelew | ||||
Ç’ç’ | Çç | Ч’ч’ | Ꞓꞓ | t͡ʃʰ | Çʰçʰ | Hişk |
Kk | Kk | Кк | Kk | k | Kk | Nerm |
kˤ | Kˤkˤ | Qelew | ||||
K’k’ | Kk | К’к’ | Ⱪⱪ | kʰ | Kʰkʰ | Hişk |
Pp | Pp | Пп | Pp | p | Pp | Nerm |
pˤ | Pˤpˤ | Qelew | ||||
P’p’ | Pp | П’п’ | Ҏҏ | pʰ | Pʰpʰ | Hişk |
Tt | Tt | Тт | Tt | t | Tt | Nerm |
tˤ | Tˤtˤ | Qelew | ||||
T’t’ | Tt | Т’т’ | Ҭţ | tʰ | Tʰtʰ | Hişk |
sˤ | Sˤsˤ | Qelew | ||||
Ḧḧ | Hh | h’h’ | Ħħ | ħ | Ḧḧ | qirik (pharyngeal) |
Ẍẍ | Xx | Г’г’ | Ƣƣ | ɣ | Ẍẍ | |
' | Ee | ə’ə’ | Ә́ә́ | ʕɜ | ' | qirik (pharyngeal) |
(R̄r̄) | Rr | Р’р’ | r | Xurt | ||
Л’л’ | lˤ | Lˤlˤ | Qelew |
(Michael L. Chyet, Baran Rizgar, Ḧeciyê Cindî, Îsahak Marogûlov, International Phonetic Alphabet)
Weke yek dibîne, ti kes 'eleqê xwe ji dengên qelew neanîne ji ẍeynî me. Her pêncên talî di alfaba soranî de hene lê ên dî weke hev tên nivîsîn ji ber wê di lîstê de soranî nîne. Ḧerfa me ya "r-ya hişk" nîne, ji ber ko ez nikarim wana baş veqetînim – heke kesekî baş li ser veqetandinê hebê, peyamê ji mi re bişyînin belkî werê lêzêdekirin. Arîkarî ji bonî veqetandina ên dî ḧewce be, peyamê ji mi re bişyînin.
Gelek ji van şexsan, tenê dengê '
ji bonî koma 'e
diyar kirine. Rast e, herî gelek li wir heye lê dengê '
li cihine dî jî heye. Ji ber wê divê ḧerfeke serbixwe bê.
Dixwazim bêjim bê Chyet hinek dengên qelew qeyd kiriye: t, s, l-yên qelew, lê tenê di nivîsa bi alfaba 'erebî de. 'Ecêb e bê dengên hişk tenê di latînî de û dengên qelew tenê di 'erebî de qeyd kiriye. Di zimanê 'erebî ḧerfên bixwe ji bo wan her sê dengan (tˤ, sˤ, lˤ) hene lê ḧerfên dî yên qelew nînin ji ber wê Chyet wan qeyd nekiriye. (R̄r̄) di nava kevanekan de ne ji ber ko Chyet piştî 2003 dev ji wan qera, hew bi kar tînê.
Ne em tenê ḧerfekê dixine pişt ḧerfê bixwe ji bonî ko deng baş werê şanîkirin. Di zimanê rûsî de, ъ dengekî hişk û ь dengekî nerm şanî dikê.
Şiklên qelew, nerm û hişk hene.
Ji bonî ya qelew ḧerfa IPAyê ya "ɫ" jî heye lê 2 me'nên wê hene (lˤ û lˠ)1 û ji ber ko "ˠ" di kurmancî de nîne ya me lˤ ye.
Di destpêkê de jî heye û ev ne tiştekî hin devoka ye. Nivîsên ko dibêjin di destpêkê de nîne li ser soranî/kurdiya başûrî dişteẍilin.
Di destpêka gotinan de nîne
Di destpêka gotinan de "r" her car ev e
I-yên piştî ḧemû ḧerfên qelew dibine "i-ya qelew" /ɯ/ û ji ber wê di destpêka gotinan de nikarê hebê.
Z-ya qelew ji bonî nimûne di gotinên "zêr" û "zilm" de heye. Ev deng li ferhengê hê nayê veqetandin.
B-ya qelew dengekî ko me'nê venaqetînê ye (allophone). Tiştê ko ez zanim, ev deng tenê de hin devoka de heye (toriya Nisêbînê jî tê de) û di herî gelek 10 gotin wilo de heye. Çêdibe ko girêdana wê bi qelewkirina kîtê re hebê, weke lˤebˤitîn. "I-ya qelew" bi vê re jî çêdibê. (bˤirçî)
Di neqeba "m"-ya van gotinan de ferq heye, lê ez me'lûmat li ser wan nizanim: mal & mar. mêr & merd. (li vir mal û mêr weke hev in, mar û merd weke hev in.)
Kitêba Husein Muhammed li ser vê (432 rûpel). Li vir jî beḧsa dengên qelew/qalin dike, nimûneyek li ser me'lûmateke ko li vê rûpelê nîne: Dengên Ṗ, Ṣ, Ṭ, Ẓ [dengên qelew/qalin] di heman demê de di eynî kîteyê de li gel dengên P, S, T, Z yên zirav peyda nabin, wan jî qelew dikin: ”ṗeẓ”, ne ”ṗez” yan ”peẓ”.